%%UMFRAGE%%

Dibêjin  Ne bi Nanî bitenê Mirov dijî
Yên birçî Xewna wan bitenê nan û piçek Azadî ye 
Ez hêvîdikim ko dilgeª bim, keyîfxweªî yê bibînim,ji berko ez jî mirovim û dilekê min heye, evînî têdaye û xwe dihlavêjê dema Ciwanîyê dibînê lê wê bi çi rengî bê dema ez Xerîb bim,Dûr bim ji warê xwe
belê her rojeka yên ez jiwan Hes dikim bi xêrbin ew roj Cejne ,û her dema ji awrên çavên wan ronahî û tîrêjên hînik bihin wê rojê Cejne ,Girnijîna wan Cejne ,razîbîna wan Cejne ,û hesta te ko ew li teniÞta te ne Cejne..

Gotinên pêªîyan

 

 

 

 

 

A
Adare dew li dare.
Adarê berf gîha gulîyê darê, nema danê êvarê.

Afirê gamesa bû warê gelêsa mêsa.

Agir bewrda kayê xwe daq ber bayê.

Agir berda komê xwe da ber zomê.

Agir bi e`rdê dikeve hisk û ter bihev re disewitin.

Agir li ser pista me dadaye tu firîkên xwe diqelîne.

Agir û pîso li cem hev nabin.

Ahê bizina kol ji bizina bi qiloç re namîne.

Anî ji derîya da xêra mirîya.

Aqil derxistina firotinê, her kesî aqilê xwe kirîye.

Aqil li bejnaye, ne li serya ye.

Aqil taca zêrîne li serê her kesî nîne.

Aqilê sivik barê girane.

As çûye bi dû çeqçeqê ketîye.

Ava di gola da ma wê genî be.

Axa jin û mêrê ji heve.

Axayê me H`esob e, wê xwarina me sorcilo be.

Aysikê ji xwe bisikê.

Baran dibare, e`rd pesnê xwe dide.

Barê kerê li ser piêsta devê ye.

Barê tu nikkare rake nekeve bin.

Baz bi bazan re qaz bi qazan re mirîska kor bi dîkê kulek re, her kes

birefên xwe re.

Bedawê çav kil kir dilê xortan tev der û kul kir.

Bejin tîtike mal bi zîrçike.

Beq nedire wê bidire.

Berxê çê di kozê de xwîyaye.

Berxê nêr ji kêrê re ye.

Berxê siwî nabe beran.

Bextê dê cihêzê qîzê.

Bextê romê tuneye

Bext nadim bi text.

Bêjin “ lale “ nbêjin “ tirale “.

ªêx û pîr, neçe dîwana mîr, ku tu nekeve h`alê feqîr.

Bi guran re dixwe û bi xwedî re ªînê dike.

Bi e`lmê mele bike bi e`melê mele neke.

Bila mirîyê gorab im ne girtîyê hebsab im.

Bila zikê mele bel be tijî gaha û pel be.

Bûka bêzar û bêziman, xwesîya bêdînû bêîman.

Çavên li der ya xwelî li serya.

Çav dijminê xwe naz dike.

Çem tim ranabe qirs qal tim li ser neyê.

Çerxa felekê geh li jêre û geh li jore.

Çîya bi çîya nakevin lê çav li çavan dikeve.

Çîyayê bilind bê rê nabin, newalên kur bê av nabin.

Çû h`yfa bavê qûna dê da ser.

Çû welatê kera anî barê peran.

Dewet fwerikî berbû h`etikî.

Dawîya derewa pûçe.

Dermanê xwesitinê dayîne.

Derpê me li xwe ke lê tir û fisa tê de neke.

Dengê defê ji dûr ve xwese.

Derdê birçîyan nane.

Derewîn dujminê Xwedayê ne.

Derew li saxa nabin li mirîyan dibin.

Dermanê e`hmeqîyê tune.

Deryê xêran nayên girtin.

Dest destan diso det dizivire serûçavan diso.

Destê ªêx maç nekin, ew ªêx ne Qutbê Razîye, tec û tilisma serê wî tev keda destê sar û tazîye.

Destê tu nikare gez bike maç bike.

Dilê dê li ser dotên ye, dilê dotê li ser çîyayê Qaf e.

Dilê tirsonek singê gewr nabîne.

Dizê bostanan mikur tên bi zivistana.

Dîya diza du tira dike , yekê ji kêfê re yekê jî, ji tirsê re.

Du`ayê kûçikan qebûlba wê ji e`smanan hestî bibarîya.

 

 

 

www.deriky.com

 
Destpêk li:18.09.2004
Copyright © 2004-2008 [derky.de] 
Radio  ya Derikamin  info@deriky.de
www.derky.de  www.deriky.com   www.derikamin.de
 


Datenschutzerklärung
Kostenlose Homepage von Beepworld
 
Verantwortlich für den Inhalt dieser Seite ist ausschließlich der
Autor dieser Homepage, kontaktierbar über dieses Formular!