rose dripping blood left animated gif 

Hizrên te yên berbelav


Îro berî bibe sibeh ezê duşeka xemên xwe li ser serbanê te raêxim û bi çar davên pirça te ezê pulên singa xwe pêve girêdim û ji nû ezê rêkeka dî yan planeka rizî darêjim dako hizrên minên xirab di şerê Cîhanî yê sê yê de digel te bi serbikeve, û wê duşeka min raêxistî careka dî kesekê dî bikar ne înê,
Ez bihn teng dibim wekî Şêrekê kelepçekirî, wekî Murîyekî li ser xîzê birêve diçê jiber vê yekê min dixwest ko tu xwe dûr bikê ji Mîrî,ji tevnên ji nû hatîn ristin û berê xwe bidê singa min dema te MÊJA sibehê li ser dikir bi derketina Rojê re
Zor caran dinav nexşên singa te de ez digeram bo hinek rêka rastî têre bibore,dilovanî têda cih bigre,evînî ne mêvanek hestî giran be.
Hare,Xweşe,Germe,wekî pizotek agire
banga wê ya Bijî evîna gerim
bilind dibe hingî gerim dibe
û ez winda dibim ,dihelim,hingî bero nava wê diçim
bihêle bi şûn xweve hemî hizrên minên rizî û yên te yên berbelav û laşê xwe derman neke bi merheman,dako cihê maça xwena me bimînê nîşan û kul
bitenê dîsan ezim yê germatîya te divemrînim
nav û nîşana liser laşê te tomar dikim
û pêla hesta evîna te di çemînim
û pirt pirt davên serhişkîya te vedikim
ew serhişkatîya îro mayî bê dest bê xwest
nebêje Xatuna min Şevê dî dayîka min niviştîyek çêkirye,ayetek xwendî ye,yasînek kirye xêr,û falek vekir ye ko Rêk vekirî bin, lê bi Xwedê kim gêjbuneka bê pêwîstî ye ,textê te yê bê his bê pêjin îro xirdik û mirdik bêve dilehîzin û navên Pêxembera yek li pey yekî dilurînin
di rêka minde bo derbazbuna sînorê te
hemî heval min naskirin yên dema şoreşê
kes nema ko min nasnekir
lê îro kes min nasnakê
Sibeha te bi xêr
Gêjbuna te bi xêr
wekî berê
îro genim nemaye bitenê dema nîsik û ceh hatin çandin û tama wan hat dîtin û tamkirin
xatuna min
îro li cim te 
peyrew kirina dilovanî yê dihev dîtinên rojane de zore
çandina hêvîyê di malzaroka Vînê de zore
ma Dara Sêva Hinara didê.
     
**************************************************

 

Sûz û Rastî


 

te dibraşt
li ber agrê dilê min
hemî rengên hêvîyên xwe
te parçe dikir
li ser destê xwe
pirt pirt
hemî demarên laşê min
jiberko te dizanî rastîya min
û sûzên wan
te dilûrand
li ber dergûşa bextreşîya min 
hemî cûrên sitran û helbestên min
te dinivandin
di nav singa xwe da
hemî şitlên xem û kederên min
lê tû dimayî
di landika azadîyê da hişyar
li ser arzêla bendewarîyê
û qûrtek şûr ava rastîya min
her şev te di vexwar
û te gazî dikir
bi dengek bilind
ka sûz ka peyman
yên we dayîn
beramber gûra şehîdan
eyî partîzan ,,

‘’’’’’’’’’’’’’’’’’’’’
Çarenivîsê Kevoka min
bi xwînê hatîye mûrkirin navê te
bi xwînê hatîye rengkirin dêmên te
bi zorî hatîye rawestandin dengê te
şermînîya di nav Çavan da
eşkera dike daxwazîyên te
dûrbûneka dîye ....
barkirneka nûye ...,
yan jî qafoke ser Av dibe
û ez ji keyfa dilerizim..
lê nizanim
bê Çarenivîs bero kove ye
   *  *  ** *  *
Kevoka min sipî ye
ji nivşê xwe revî ye
kûçera min ...
Qereçîya min ...
ez bivî rengî dildarê teme
dema ez dibihîzim
ko to razî nabê
neynûkên te bên birîn
baskên te bêne çengo kirin
dako bero dara azadîyê nefrî
   *  *  ** *  *
min veşartin
dinav pûlên singa xweda
hemî nihînî yên demî
hemî serpêhatîyên te
û serburên min
lê min jibîr kir dergehî bigirm
bi davên pirça te
lewma îro belav dibin
dengûbasên me..

********
Hûyî Jînê
hûyî jînê
dilbrînê nazenînê
te ez kirim derdê evînê
te ez hêlam bendewar
te ez kirim pîr û jar
bê xwedî mam bê heval
li xerîbîya bûm mêvan
hûyî jînê
derdê min derdek girane
sererayê ko Nûjdar
lê derman nîne pê bi kewînim
kêm kes hene
ev derd kêşan
ji ber hindê mam perîşan
hûzî jînê
hêvîya min rojek nû ye
dergehê dil lê xistîye
tirsa mirnê paşve birye
vê rewþenê kûştim ji dil
dema tîrên çavan barîn
hêstrên min dihatin xwar
di şevan da bi rojan
kolla wê maye di dil da
boye keser boye derd
derman jî her dîtna wêye
lê dimînim bendewar
hûyî jînê
þansê min pir xirabe
gemîya dilê min wergêra
gûlîstana wan ûmêda
vaye îro ma bê xemil
hûyî jînê
hêvîyek nû hatîye hûlê
nemirî ye û namirî
wê dilê min ji nû şakê
min bawerî bi wê heye
min bawerî bi wê heye

*************************
Warê bê Deng
hûyî Gondîno li bîra mine şevên dijwar
li ber Baranê lûkên Berfê dihatin xwar
Bîrhatinin  min û ewê Yara delal
naçin ji bîr dinav Hizra da birme xwar
hûyî Gondîno
Dilê min îro xemgîne
Rastî nîne War windaye
Roja me bero ava ye
Dengê Gûran xweþ dihêt min
lewma Warê min bê Denge
hûyî Gondîno
li bîra mine rojên berê
li bin Dara dema Hêstir
ji Çavên reþ wekî lehyan tim dibarîn
li ser Warê minê bê deng
wan Hêstran gazî dikir
kanî Bira kanî Pismam
bone gûrî yan xwe kirne Qûrban
bo vî gelê heyî perîþan
bo vî Warê heyê bê deng
lûma nekin nermî nîne
hûyî Gondîno em bê xwedî ne
xwedî yên me gûrên harin
li dûra mene li şar kinarin
hûyî Gondîno
Dostê minin
ji nivşê minin
ew kûjekên şevên tarî
her neyarê doza minin
ew xwîn mijin
ew xwe firoşin
lê îro serwerên minin
hûyî Gondîno
hawara warê bê deng
vaye îro pirr bilinde
perda gûhan ewê dirrand
dîwarên Zîndanan hejand
kevalên mirî sax kirin
hêvîyên me geş kirin
xwena me nîzîk kirin
barbikin ji warî herin
warê min nema bê deng
warê min bo ye pirr reng

**  **  **  **
Lo Welato
dibe ko îro dilehîzin
li ser Singa te
Pîlanan dinexşînin
bo nehêlana navê te
hewil didin rakin
çîroka bajêrvanîya te
lê to nakevê
namirê
nahejê
û em hemî dê bin gûrî te
*   *    *
çîroka rastîya vîna min bo te
îro di serê mejî hişkande
li kûlanên teng
li êzgeha BERHÊTKO de
bero vajî hat vegûhaztin
şîndar birrên daristanên te
pê dixapînin
Perîşan û belingazên
dibin gûrî bo te
dibin agrê şoreşa te
li ser xaka me 
*   *   *
dilê min sût evîna te
dixwazim biramûsim wê ala te
bejna te ya sûr
qaçax rengên li ber te 
kesik,sor,zer
çi şîrînin
çi rengînin
demê dibe pirr pirra wan
bi qaçaxî li serserê
gûnd û bajêrin te
*   *   *
ji mirnê qûrtal bon
hêvî û armanc
ji dîrokê berpirsbûn
seruk û tac
ji laşî qût bon
wijdan û can
bi tenê dilê minê terr
hat birrîn bi tevşuyên wan
piştî mezin bo dara jîna min

*  *  *
 
Dêmên Yarê
min dixwest
biramusim dêmên şêrîn
lêvên rengîn
vexwim Rundika
ji kanî yên zêrîn
lê.......
awir şewatên çavê te
bune sikir û Rê birrîn
*   *   *
Yarê xwe nekirîne
hêstirên te dinav dilê minda
ji xwera Mexelek avakirîne
Pura reşrewþena li serê te
dav bi dav
çîroka vîna min bo te dilurîne
bese dilê min ne arîne
rundika nebarêne
to ya minî û
ez bo te me
vê rastî yê kes namirîne
*    *    *
dêmên te
sorgûlên buharêne
hinarên nûgehayîne
dibêjin rojê here û
li virr ne mîne
*   *   *
wêneyên şev û rojê
wekî hev dibin
demê dihên girtin
bi rêka dêmên te
belê wêgavê ew dibin
şan bo nazdarîya te
*    *    *
to hevala rêça min boyî
to gûlþena baxê min boyî
to xûnav boyî
hêdî hêdî
xwe diberda xwar
li ser hest û canê minda
te jibîr nakim
şînwarên me bone mexela 
bê wara
bê hevala
evîndara
dilehîzin dilurînin û
hezar dua dikin
em bi hevra
roja azadîyê bibînin

*************************  
Kovanên şevê

dem hare û can buye bela
lê daxwazî pirr in
li kolanên mişextîyê
li welatekî winda da
bê xwedî digere
siha wî îro wî ditirsîne
lê sunda wî her bi xwedaye
yê seranserî mala ‘PÎROZÊ* ’ ra
ji nav dilê wî keserek kûr
xwe bi melulî berdaye xwar
çîroka revîna wî
di axînên wîrra xûyadibe
melultîya çavên wî yên reþ
û qermîçekên li ser rûyê wî
û pora boz boyî
dixwestin min bi xapînin
û rastîya wî winda bikin
û veşêrin
*  *  *
raste îro kirasê wan li ber mine
û bi qaçaxî li ber xwe dikim carna
lê naxapim
nakevim
naþikim
destan ezê badim û
milan ezê bi hejênim û
navê xwe dê ji nû ji wanra bêjim
dako aram nebe canê wan
*  *  *
dîyare şevên tarî dijwar bon
xewa şîrîn nedibo mêvanê çavên wan
û girnijîn zoha bibo li ser lêvan
lê her digutin :
‘sê rojin qurban nînin
sê þevin razan nîne’
kom bon hizir û pirsîyar
lê her nêrînên guman lêkiriî
bone bersiv
*   *   *
çare nîne wekî teme kekê mino
dîyare di quncikên tarî da
felekê çerxek li te daye
û firotina te yan bazdana te
hevdîtineka guman lêkirî peyda kir
qunaxeka nû anî gorebanê
bero vajî qurbanî hatin dan
bo XWEDAWENDÎ
lewma ala şoreşê bilind bo
û dengê mîrên Xwedawendî
bilid firîn...
‘sê rojin qurban nînin
şevin razan nîne’
*   *   *
zik maye vala
çav mane zîq
lewma serê di zivrokê da digerê
delîvek nû ji zikê dîrokê Za
û hêvî anî
lê gelîyek windaye
hizira mina têda mijûl dibim
‘çawa zehmetîya me
dinav çavan da jibîr biçê’
şirove nabe ev zivrok
deng sê bare hat guhê min
‘sê rojin qurban nînin
şevin razan nîne’
*   *   *
xwezî min jî wekî te Rêwengo
kovanên xwe yên şevê
kirban qurban
bo roja dîtina AZADÎyê
lawê mino
berxê mino
heval ciwîyê Rê ya mino

* *   * * * *  * *
 *Pîrozê,Jineka kurd Muxtar bo
*********************************
Yara dema
ger ez ketim û to her ava
bawer bike nakim lava
yar nakevim du car dava
te zû roja me bir ava
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema
du rojan yara min bi hişe
roja sê yê ya bê hişe
sermest kirim li pey dimeşim
hişyar nabe û xewin ji geşe
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema
min çi pirs kir te digût çima
min bersiv da te digût hema
ma sûzê te evbon dema
li bin dara li ber wan çema
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema
ger evînî wekî te ba
mirov wê perîşan biba
li nav derya winda biba
keskî ne digût hev merheba
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema
kî dûr kirim ji warê yarê
kî ji min stand xewina şevê
kî bun eger ev dil xapand
kî ez hêlame bendewar
kî ez hêlame bê xwedan
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema
te sûzek dabo min dema
bêrhatinên me li ber çema
te digûte min ez ya te me
bendewarê dîtina te me
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema
dîsan ji nû dê bar bikim
dost û hevala dê bihêlim
kirasek nû dê li ber xwe kim
rengê alê dê berze kim
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema
silavên min bigehîne wan
li warekî bome mêvan
bîrîya te dikim hey lê ciwan
lê cîhan tarî mij û duman
here yarê yara dema
li te pîrozbe dara xema

**************

Ev helbest dîyarî ye bo canê brayê min  Şehîd AZAD DÊRIKÎ di bîrhatina dehê de li ser roja şehîd bona wî li ser destê dujminê Kurd û Kurdistanê li Zaxo li Şeva 23/24-11-1994

Li ser me bo
li ser me bo
dema em hatin vê xaka nevîn
têda bînin
yan biçînin
yan jî dagrin ji hizrên dîn
li ser me bo
dema li pêş me digutin
KURD....XAk....WELAT....DAXWAZÎ
bersiv bidim
emin û Kurdistan û azadî
li ser me bo
dema Tup dibîne Yarî di destê zarokan de
xwîn diherkî dinav lepan de
dengî bilind bikim û gazî bikim
ji xew rabin ... serî rakin
çerx ya nû ye û dem namîne
lê piştî Habîl hatî kuştin
bidestê Qabîl ..di roja yekê de
her yek jime rabo û Kêra û xencera xwe kêşa û hilda û li pişta brayê xwe da ji wê rojê were
nevîn dest pê kir
Jîn berteng bo
li ser me bo
dema zordara zorî dikir
û lepên xwe tijî xwîn dikir
û xaka me ya pîroz pîs dikir
carekî bitenê
bêjne wî ne ne ne
û destî lê bilind bikin
û bêjim ezim kurrê KAWA
lawê mêrxwas û çelenga 
û li vî cihî tako niha dijîm
li bin pê te  û xwîna min to dimêjê
û ez bê dengim
lê bese
bibe wekî min 
dî bihevra bijîn wekî bira
yan jî dê DASTANA dubare bikim
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

www.deriky.com

 
Destpêk li:18.09.2004
Copyright © 2004-2008 [derky.de] 
Radio  ya Derikamin  info@deriky.de
www.derky.de  www.deriky.com   www.derikamin.de
 


 
Gratis Homepage von Beepworld
 
Verantwortlich für den Inhalt dieser Seite ist ausschließlich der
Autor dieser Homepage, kontaktierbar über dieses Formular!